ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan: "Yên ku terka me kirin, rêya xwe guherandin û ji rê derketin, ji we ra oxir be. Em têra xwe dikin. Ji me ra Xwedê bes e. Biratiya me, bi îzna Xwedê xizmetên mezin ji Tirkiyeyê ra kir."
Erdogan beşdarî civîna Lijneya Giştî ya Komeleya Karsaz û Pîşesazan (TUMSÎAD) ya ku li Salona Pêşangehê û Kongreyê ya Lutfu Kirdar hat lidarxistin bû û li vir axivî.
Serokomar Erdogan di axaftina xwe da destnîşan kir ku divê li ser rêxistina paralel baş bifikirin û tehlîl bikin ku çawa heta îro hatin û wiha got: "Lewra ev pêvajo pêvajoyeke dîrokî û hesas e."
Serokomar Erdogan diyar kir ku di serê ser da bingeh û kadroyên rêxistina paralel ji hev cuda digirin û wiha got: "Kadroyên rêxistina paralel bi hêzên tarî û veşartî ra têkildar in û xizmeta hin hêzan dikin."
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku hêzên navneteweyî û emperyal rêxistina paralel baş diemilînin û wiha axivî: "Lê divê yên di bingehê da li ser hin tiştan bifikirin. Piştî ku van têkiliyên qirêj derketin meydanê, divê li ser van tiştan bifikirin û di bin banê vê rêxistinê da nesekinin. Divê ji xwe bipirsin ku çima hikûmet helwesteke wiha eşkere nîşan dide. Rica min ew e bila yên ku di bingeha vê rêxistinê da cî digirin, fehm bikin ku ev rêxistin bi kê ra di nav têkilî û hevkariyê da ye. Heger hê jî nabînin ku bi MOSSADê ra dixebitin xwelî li wan be. Lewra her tişt eşkere ye û li meydanê ye."