WASHINGTON
Berdevkê Wezareta Parastinê ya DYAyê (Pentagon) John Kîrby diyar kir ku dê artêşa DYAyê li Iraqê li hember rêxistina terorê Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) di rojên pêşiya me de silektir be û bêtir tearûzê bike.
Kîrby li Pentagonê brîfîng li dar xist û wiha got: "Hûn dikarin li bendê bin ku em ê dirojên pêşiya me de li hember DÎŞIyê silektir bin û êdî ji xwe parastinê derbasî hicûmê bibin."
Kîrby li ser pirsekê jî destnîşan kir ku dê ji niha pê ve serokên DÎŞIyê jî bikevin nav hedefên wan.
Kîrby da zanîn ku heta niha serokên DÎŞIyê di nav hedefên wan de nebûn û wiha axivî: "Hûn dê li Iraqê hewldanên bêtir ji bo tearûzê bibînin. Lê tabî kî dema hûn li pêy şebekeyeke bi vî awayî bin, yek ji tiştên divê ku hûn bişopînin jî qebîliyeta hêza birêvebirin, kontrol û fermandariya wan e."
-Peywira nûnertiya taybet a koalîsyona cîhanî dan generalê teqawîd Allen
Di vê navberê de hat eşkerekirin ku generalê teqawîd John Allen di koalîsyona li dijî DÎŞIyê de wek nûnerê taybet ê Serokê DYAyê hat peywirdarkirin.
Allen herî dawî fermandariya hêzên navneteweyî yê li Afganistanê kiribû. Wezîrê Karên Derve John Kerry diyar kir ku Allen dê ji bo avakirina koalîsyonê û berdewamiya koalîsyonê bibe arîkar.
Kerry da zanîn ku Arîkarê Musteşarê Wezareta Karên Derve yê DYAyê Brett McGurk wek arîkarê Allen peywirdar kirin.
DYAyê êrîşên nû yên ji hewayê birin li ser DÎŞIyê
Di vê navberê de artêşa DYAyê hedefên DÎŞIyê yên li Iraqê gulebaran dike.
Fermandariya Hêzên Navend a DYAyê (CENTCOM) daxuyaniyek da û diyar kir ku balafirên şer ên Amerîkayê du êrîşên nû birin li ser hedefên DÎŞIyê yên nêzî Hewlêr û Bendava Mûsilê. Di daxuyaniyê de hat gotin ku di êrîşan de du wesayîtên çekdar ên aidê DÎŞIyê hatin îmhakirin.
CENTCOMê da zanîn ku DYAyê heta niha di tevahiya Iraqê de 158 êrîş kirin.