Serokê Yekîtiya Alimên Misilmanên Dinyayê Yusuf el-Karadavî ragihand ku ew koalîsyona bi DYAyê ya ku ji bo li hember DÎŞIyê şer çêbê re bê kirin, red dike.
Karadavî li ser hesabê xwe yê Twîtterê diyar kir ku ew him naxaze ku bi DYAyê re kolîsyon bê kirin, him jî rêgeza ku DÎŞI bikartîne red dike.
Karadavî got: "Fikr û rêgezên min ji yên DÎŞIyê cuda ne. Lê ez têkoşîna DYAyê ya li dijî DÎŞIyê jî qebûl nakim. Lewra DYA ne ji bo nirxên misilmantiyê ji bo berjewendiyên xwe li dijî DÎŞIyê têdikoşe."
Li Ciddeya bajarê Erebistana Siûdî duh "Civîna Têkoşîna li Hember Terorê" hat lidarxistin û di civînê de biryar hatibû dayîn ku hêzeke navneteweyî bê avakirin û ev hêz li dijî DÎŞIyê têbikoşe. Ji bilî welatên endamên Konseya Hevkariyê ya Korfezê (KHK), Urdun, Iraq, Lubnan, Misir û DYAyê li ser biryara têkoşîna dijî DÎŞIyê li hev kiribû.