ANKARA (AA) - Parlementerê HDPyê yê Diyarbekirê Altan Tan: "Li Bîngolê piştî suîqesta li dijî midûrê ewlehiyê, Serokwezîr 2 saet şun de derket û got 'kujer hatin kuştin.' Ev rast derneket. Serokwezîr derneket û lêborîn jî nexwest. Heger hûn vê bûyerê zelal nekin hûn berpirsiyar in."
Tan li Meclisê civîna çapemeniyê çêkir û bal kişand ser bûyerên di 6 û 7ê cotmehê de li Diyarbekirê qewimîn.
Tan wiha got: "Der barê îdiayên ku di malekê de 3 xort hatine kuştin, kesek di şibakê de hatiye avêtin û li ser kesekî re jî bi trimbêlê derbas bûne di televizyonan de dîmen hatin weşandin. Di van dîmenan de nêzî 60 kes xuya dikin, lê heta niha kes nehatiye derdestkirin û qefaltin. Ji ser bûyeran re 30 roj derbas bûn û hê jî dozger û rayedarên Midûriyeta Ewlehiyê ya Diyarbekirê daxuyaniyên ku meriv qane bibe nedane."
Tan di berdewamiyê de wiha axivî: "Ez ji vir gilîdar dibim, der heqê Birêz Serokwezîr, Wezîrê Karên Navxweyî, Waliyê Diyarbekirê û dozgeriya li dozê dinhêre gilîdar dibim. Li Bîngolê piştî suîqesta li dijî midûrê ewlehiyê, Serokwezîr 2 saet şun de derket û got 'kujer hatin kuştin.' Ev rast derneket. Serokwezîr derneket û lêborîn jî nexwest. Heger hûn vê bûyerê zelal nekin hûn berpirsiyar in."