Hat ragihandin ku leşkerên Îsrailê bi solên xwe ve ketin kulliyeya Mescida Eqsayê û mîhrab pêpes kirin.
Midûrê Daîreya Weqfên Îslamî Ezzam el-Xatib ku berpirsiyariya Mescida Eqsayê daye ser xwe, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Bi qasî 300 leşkerên Îsrailê avêt ser Mescîda Eqsayê. Qismekî leşkeran bi solên xwe ve ketin cihê ku mîhrab û mînber lê ne."
Xatib got ku leşkerên Îsrailê ji 1967an û vir ve cara ewil e ku bi solên xwe ve ketin mescidê û wiha pê de çû: "Ev gaveke pir bi talûke ye. Ev rewş nayê qebûlkirin. Îsraîl wê hesabê vê yekê bide."