Ahmet Furkan Mercan
03 Rêbendan 2024•Rojanekirin: 03 Rêbendan 2024
Hejmara kesên di erdheja eyaleta Îşîkawayê ya ku dikeve rojavayê Japonyayê û li qeraxê Nîvgirava Notoyê ya li vê herêmê da mirin derket 64an.
Li gor Ajansa Meteorolojiyê ya Japonyayê (JMA) di 1 û 2yê Çileya Paşîn da li peravên Îşîkawayê û li Nîvgirava Notoyê bi mezinahiya 5 û 7an çend erdhej çêbûn.
Di 3yê Çileya Paşîn da jî li Nîvgirava Notoyê li gor saeta herêmî di saet 02.21ê da bi mezinahiya 5an, di saet 10.54an da jî bi mezinahiya 5,5an du erdhejên din çêbûn.
Piştî erdhejan rê tep bûn, hin xaniyên herêmê xisar dîtin, av û ceyran çûn, rêya hin gundan jî hat girtin.