Önder Beyter
08 Tebax 2018•Rojanekirin: 09 Tebax 2018
CAKARTA
Hat ragihandin, hejmara kesên ku di erdheja li Girava Lombok a li rojhilatê Endonezyayê da mirin, derket 131ê.
Berdevkê Ajansa Rêveberiya Afatê ya Endonezyayê (BNPB) Sutopo Purwo Nugroho di civîna çapemeniyê da ragihand ku hejmara miriyan derket 131 kesî.
Nugroho diyar kir ku di erdhejê da hezar û 477 kes jî birîndar bûn û herwiha ji 156 hezarî zêdetir kes jî ber bi herêmên ewle hatin şandin.
Nugroho herwisa got ku ji xeynî van, tevî malan 43 hezar avahiyên ku di navê da bînayên qamûyê yên wekî dibistan û mizgeft jî hene, di erdhejê da zirar dîtin.
Li herêmê xebatên lêgerîn û xilaskirinê dewam dikin, bi taybetî jî peywirdar ji bo mexdûrên erdhejê bangewazî dikin ku xwarin û av were dabînkirin.