Fatih Gazioğlu
05 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 06 Cotmeh 2018
ANKARA
Li Sulawesiya girava Endonezyayê hejmara kesên di erdhej û tsunamiyê da mirin gihîşte hezar û 571ê.
Berdevkê Rêvebiriya Ajansa Afata Neteweyî (BNPB) Sutopo Purwo Nugroho daxuyand ku hejmara kesên di erdhej û tsunamiyê da mirin gihîşte hezar û 571ê.
Nugroho got ku di erdhej û tsunamiyê da 2 hezar û 549 kes jî birîndar bûne û ji 113 kes jî hê wenda ne.
Nugroho got ku li gor tespîta wan 152 kes li bajarê Paulo û Dongalayê û ji 1000î zêdetir kes jî li gundan hê di binê xirabeyan da ne.
Hat ragihandin ku li herêmê ji ber afatê 70 hezar û 821 kesan xaniyên xwe terikandine. Rayedaran gotin 2 hezar û 736 avahiyên mekteban zirar dîtine û ji 100 hezarî zêde xwendekar nikarin biçin mektebê û ew ê bona perwerdeyê polên berwext ava bikin.
Li herêmê 191 hezar kes hewcedarê arîkariya bilez in û rojê 571 hezar lître av hewce dike.
Hat ragihandin ku ji ber erdhej û tsunamiyê zirara madî gihîşte 658 milyon dolarî.
Li bajarên Paulo ve Dongalayê ji 7 hezaran zêdetir polês û esker beşdarî xebatên lêgerîn û xilaskirinê dibin.
Li Girava Sulawesiyê Endonezyayê ya ku ji Kendava Pauloyê 27 kîlomêtre dûr e li gor daneyên Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) erdhejeke bi lerza 7,5an çêbû.
Li gor çavkaniyên herêmê jî lerza erdhejê 7,4 bû. Li herêma Balaroaya girêdayî Pauloyê roja înê ewil bi lerza 7,4 erdhejek çêbû û paşê jî tsunamî rabû.
Piştî erdheja li bajarên Dongala û Pauloyê bi tesîra tsunamiyê pêlên bilindahiya wan di navbera 3 û 6 mêtroyî da rabibûn.
Li Girava Lombokê di dawiya meha tîrmehê û tebaxê de bi lerza 6,3, 6,9 û 7an heft erdhejên mezin çêbûbûn û li ser 450 hezar kesî tesîr kiribû. Di encama erdhejan de 563 kes miribûn.
Endonezyaya ji 17 hezar û 500 giravî pêk tê û 3,8 milyon kes li herêmên tsunamiyê û kêmzêde 148 milyon û 400 hezar kes jî li herêmên erdhejê dijîn.
Endonezya li xeta erdhej û agirîn a Xala Agir a Pasîfîkê ye. Di 26ê berfanbara 2004an da li herêmê erd bi lerza 9,1ê hejiyabû, piştî erdhejê tsunamî rabibû û li tevahiya welatên herêmê 230 hezar kes miribûn.