Abdullah Tel
05 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 06 Cotmeh 2018
HEWLÊR
Di hilbijartina parlementeriyê ya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) da Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya ku Mesûd Barzanî serokê wê ye ji sedî 44ê rayan hilda û di hilbijartinê da bû yekemîn û rewşa xwe parast.
Li Hewlêr, Silêmaniye, Duhok û Helepçeya bajarên Herêma Kurdistanê salek dereng be jî hilbijartina parlementeriyê di 30yê îlonê da hat kirin û ji sedî 57 beşdarî pêk hat.
Li gor daneyên Komîsyona Referandum û Hilbijartinê ya Bilind a Serbixwe ya Herêma Kurdistanê li herêmê 3 milyon û 88 hezar hilbijêr hene û ji wan milyon û nîvek qet neçûn ser sandoqê û raya xwe nedan.
PDKya ku li Hewlêr û Duhokê piştgirên wê gelek in di hilbijartina beşdarî kêm bû da rayên xwe zêde kir. Li gor encamên ne teqez ên ji sedî 85an a ku komîsyonê eşkere kir da PDKyê nêzî 600 hezar ray hilda û niha partiya yekemîn e.
Li gor van daneyan PDK wê 44 parlementeran bişîne parlementoya herêmî ya ku ji 111 parlementerî pêk tê. PDKyê di hilbijartina Îlona sala 2013an da 38 parlementer şandibû meclisê.
- YNK bû partiya duyemîn
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ya navend Silêmaniye ye û ji hêla eskerî û aborî va xurt e û reqîbê sereke yê PDKyê ye jî di hilbijartinê da serfiraziyeke baş bi dest xist.
Di hilbijartina berê da YNKyê di rêza sêyemîn da cih digirt lê li gor encamên neteqez vê carê bi 278 hezar rayan va Tevgera Goranê li pişt xwe hişt û bû duyemînê hilbijartinê.
Li gor van encaman tê texmînkirin ku hejmara parlementerên YNKyê yên di hilbijartina berê da 18 bûn vê carê derket 21.
- Nîvê parlementeran ji destê Goranê deketin
Tevgera Goranê ya ku wek YNKyê navenda wê jî Silêmaniye ye jî di vê hilbijartinê da têkçûyiyê sereke ye.
Goran li herêmê bi taybetî jî di hilbijartina 2013an da serfiraziyeke baş bi dest xistibû ji hêla eniya muxalif va bûbû partiya sereke lê di vê hilbijartinê da 164 hezar ray hilda û di rêza sêyemîn da cih girt.
Li gor van encaman Goran wê 12 parlementeran bişîne meclisê lê di hilbijartina berê da 24 parlementerên wê di meclisê da bûn.
- Nifşa Nû 8 parlementeran dişîne meclisê
Li HKIyê Nifşê Nû ya ku nû hatibû avakirin û cara ewil e beşdarî hilbijartinê dibe jî nêzî 113 hezar ray hilda û tê texmînkirin ku wê 8 parlementeran bişîne meclisê.
Nifşa Nû bi pêşengiya Şaşîwar Ebdulwahîd va li Silêmaniyeyê hat damezrandin û ew di meclisê da bû partiya çaremîn.
Lê wan daxuyanî da û ragihandin ku di hilbijartinê da hîle, dek û dolab hatine kirin ji ber van hincetan jî ew encama hilbijartinê qebûl nakin.
- Di nav partiyên Îslamî da bi tenê Komelê rayên xwe zêde kir
Li Herêma Kurdistanê Partiya Yekîtiya Îslamî (Yekgirtû), Partiya Civaka Îslamî (Komel) û Partiya Tevgera Îslamî ya Kurdistanê (Bizotnawa) jî di nav da 3 partiyên girîng hene. Yekgirtûya ku nêzî Teşkîlata Birayên Misilman tê zanîn di hilbijartina sala 2013an da 10 parlementer qezenc kiribû û di nav hersê partiyan da bûbû ya herî serfiraz.
Lê di vê hilbijartinê da mîna Goranê nîvê rayan ji destê Yekgirtûyê jî derketin. Li gor encamên hatin eşkerekirin Yekgirtûya bi serokatiya Selahaddîn Bahaddîn va beşdarî hilbijartinê bûbû bi tenê 69 hezar ray hilda û 5 parlementer qezenc kir.
Komela di bin rêveberiya Elî Bapîr da da jî 94 hezar ray hilda û di vê hilbijartinê da bû yek ji wan partiyên ku rayên xwe zêde kirin. Komel di vê heyamê da di şûna 6 parlementeran da wê 7 parlementer bişîne meclisa Herêma Kurdistanê.
Di hilbijartinê da Koalîsyona Serdemê ya ji îtifaqa 3 partiyan pêk dihat jî bi tevahî 13 hezar ray hilda û wisa xuya dike ewê bi tenê yek parlementer derxistibin.
- Parlementeriyên ku ji bo kêmneteweyan hatibûn cihêkirin
Li parlementoya HKIyê ji bo kêmneteweyên olî û nijadî jî bi navê "kota"yê 11 parlementerî hatine cihêkirin. Ji vê kotayê 5 parlementer para Tirkmenan û 6 jî para Xiristiyanan in.
Di vê hilbijartinê da Partiya Pêşketina Tirkmenan 2 hezar û 636 ray hilda û 2 parlementer derxist, Partiya Reformê ya Tirkmen jî 2 hezar û 464 ray hilda û 2 parlementer derxist lê Eniya Tirkmenên Iraqê bi hezar û 332 rayan va parlementerek derxist.
Di nav kêm netewên Xiristiyanan da jî Koalîsyona Yekîtiya Neteweyî 3 parlementer û Meclisa Gel a Suryaniyan, ya Keldaniyan û ya Asûriyan jî her yekî ji wan parlementerek qezenc kir, ji Lîsteya Rafîdeynê parlementerek û ji Ermeniyan jî parlementerek serbixwe derket û bi tevahî 6 parlementer jî wisa temam bûn.
- Hikûmet wê çawa bê damezrandin
Li Herêma Kurdustanê ji bo ku partiyeke siyasî û yan jî koalîsyonek bikaribe hikûmetê ava bike divê herî kêm xwedî 56 parlementeran be. Di hilbijartinên berê da hema bêje di hemûyan da hikûmet bi beşdarbûna hemû partiyan va wek koalîsyon hatibû damezrandin.
Lê li gor encamên vê hilbijartinê PDK bi piştevaniya 11 parlementerên di qismê kotayê da cih digirin va dikare bi tena serê xwe hikûmetê ava bike. Li HKIyê ji ber geşedanên dawîn vê carê rewşa siyasî jî gelek cihê ye. Lewra di navbera PDK û YNKyê da piştî hilbijartina serokomariyê ya ku roja sêşemê hat kirin nîqaş zêde bû.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Alîkarê Serokê Giştî yê PDKê Nêçîrvan Barzanî duh di civîna çapemeniyê li dar xist da û ji ber "Prensîba yekîtiya di navbera Kurdan da binpê kirinê" YNK sûcdar kir û got ku di hikûmeta wê li Hewlêrê bê damezrandin da mîna berê îmtiyazê nedin YNKyê û wê li gor rêjeya rayên hildane gavan biavêjin.
- Cara ewil e ku PDK ewqasî xurt e
Dr. Ebdilhekîm Husro Goranê Hîndekarê Fakulteya Zanistên Siyasî ya Zanîngeha Selahaddînê ya li Hewlêrê jî di nirxandina ku da nûçegihanê AAyê da destnîşan kir cara ewil e destê PDKê di meclisê da ewqasî bi qewet e.
Goran got ku lê digel vê PDK wek prensîb ji bo bi tena serê xwe hikûmetê damezirîne wê hewl nede.