21 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 21 Berfanbar 2017
QUDIS
Piştî ku Yehuda Glîckê rastgir yê parlementerê Partiya Likud û hin parlementerên rastgir yên ji Îsraîlê daxwaz kirin ku "Serokomar Erdogan ji ber daxuyaniyên li ser Qudsê bê cezakirin" Ehmed et-Tiybiyê parlementerê ji Filistînê bertek nîşan da ku mijar di Lijneya Giştî ya Knessetê hat nîqaşkirin.
Tiybiyê endamê Bloka Lîsteya Ereban ya Hevbeş ya li Knessetê daxuyanî nivîskî da û wiha got: "Parlementerên rastgir ji ber helwesta li ser Qudsê daxwaz dikin Recep Tayyîp Erdoganê Serokomarê Tirkiyeyê bê cezakirin. Parlementerên rastgir dibêjin Erdogan midaxeleyî desthilatdariya Îsraîlê dike."
Tiybî diyar kir helwesta Serokomar Erdogan helwesteke bixîret e û wiha got: "Helwesta Serokomar û xelkê Tirkiyeyê ya li hember Trump helwesteke bixîret e. Hemû dewletên ereb û Îslamê ji bona piştgiriya xelkê Filistînê divê helwesteke wiha nîşan bidin."
Ehmed et-Tiybî destnîşan kir Quds paytextê dewleta Filistînê ye û wê wiha dewam bike û wiha axivî: "Ji ber helwesta eşkere û rast ya Tirkiyeyê rastgirên Îsraîlê hêrs dibin û êrîşî Erdogan dikin. Wek mayîn ji ber ku Serokomar Erdogan serokê heyamê yê Teşkîlata Hevkariya Îslamê ye û helwesta nîşan dide êrîş dikin. Quds taca serê me ye û beriya biryara Trump û piştî biryara wî paytextê dewleta Filistînê ye û wê wisa jî bimîne."