Serokomar Recep Tayyîp Erdogan destnîşan kir ku em ê pêvajoya çareseriyê berdewam bikin û wiha got: "Lewra ev pêvajo ji bo rêxistin û partiya ku di bin bandora wê de ye dest pê nekir, em ê pêvajoya çareseriyê bigihêjînin encamê."
Serokomar Erdogan li Hekariyê beşdarî merasima vekirina Balafirgeha Selahedînê Eyûbî bû û xitabî gel kir.
Erdogan di xeberdana xwe de bi kurdî û tirkî silav li gel kir û wiha got: "Îro Hekarî bi Balafirgeha Selahedînê Eyûbî ber bi pêşerojê ve diçe. Vekirina balafirgehê 2 sal paş ket. Di vê demê de 99 caran êrîş hat kirin û makîneyên kar hatin şewitandin û gefan li muteahîtan xwarin."
- "Em ê ji bo xatirê gelê xwe pêvajoya çareseriyê bigihêjînin encamê"
Serokomar Erdogan diyar kir yên ku bi salan gazinan ji tundiyê kirin niha li herêmê heman tiştî tînin serê xelkê û wiha xeberda: "Em tundî û gefên ku rêxistin û partiya di bin tesîra wê de ye li gel dikin, dizanin. Me polîtîkayên redkirinê ji holê rakir. Asîmilasyon û înkar ji holê rabû. Welatiyên kurd li welêt di nav azadiyê de dijîn."
Erdogan diyar kir ku di salên 1970 û 1990î da gel li ber xwe da û wiha dewam kir: "Bi baweriya min wê niha jî teslimî rêxistin û partiya di bin bandorê wê de ye nebin. Beriya ku ew werin Meclisê me pêvajoya da destpêkirin."
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku digel rîskên mezin Pêvajoya Çareseriyê dan destpêkirin û wiha peyivî: "Di vê pêvajoyê de em bi gelek kes û saziyan re rû bi rû man."