İbrahim Atmaca
04 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 07 Cotmeh 2018
HATAY
Li Hamayê teknîsyenê diranan Enes Huleyfê 42 salî ku ji ber êrîşên hêzên Esed rojên dijwar derbas kir û tengasiya debarê kişand, piştî 3 salan Nûr Tarbuşa jina xwe û zarokên xwe yên 5 û 7 salî dîtin û kêfxweş bû.
Huleyf li ber Deriyê Sînor ê Cîlvegozuyê malbata xwe bi çîçekan va pêşwazî kir û plan dike ku ji bo malbata xwe jiyaneke nû ava bike.
Enes Huleyf daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ji ber şerê Sûriyeyê ev sal e ku wî nikaribû jin û zarokên xwe bîne Tirkiyeyê.
Huleyf diyar kir, piştî wî bihîst ku malabata wî wê were Tirkiyeyê, ew 7 rojan li ber Deriyê Sînor ê Cîlvegozuyê hêviya wan ma û paşê ew hatin û gihîştin hev.
Huleyf li Antakyayê malek kirê kir û dixwaze ji bo malbata xwe jiyaneke nû ava bike û wiha dewam kir: "Nêzî 3 sal berê ji ber şer derfetên me yên jiyanê pir dijwar bûn, hêzên rejimê li Hamayê her kes dibir eskeriyê, ez jî ji bo ku tevî wan nebim û malabata xwe xayî bikim, min biryar da ku ez herim Tirkiyeyê û ji xwe ra li karekî bigerim."
Huleyf diyar kir, ji ber şerê welatê xwe û nediyariyan wî malbata xwe bi xwe ra neanî û wiha dewam kir, "Piştî ku min kar dît û mal eyar kir, min xwest ku ez wan bînim cem xwe, lê ya dilê min çênebû. Şikir ji Xwedê ra piştî 3 salan ez û malbata xwe gihîştin hev. Min nêzî 3 meh berê ji rayedaran destûr xwest ku malbata min were Tirkiyeyê."
Huleyf got ku jin û zarokên wî heta hatin ber sînor, pir tengasî kişandin, ji hêzên rejimê revîn û hatin û wiha dewam kir, "Malbata min piştî 7 rojan şûnda paşê hatin Tirkiyeyê. Hefteyekî di destê min da çîçek ez li ber deriyê sînor li hêviya wan mam. Her roj bi hêviya ku ez ê bigihêjim malbata xwe va derbas bû. Şikir ji Xwedê ra em gihîştin hev."
Nûr Tarbuşa jina Huleyf jî got ku ew mecbûr bi zarokên xwe va 3 salan di nav şert û mercên dijwar da ji mêrê xwe dûr li Sûriyeyê man.
Tarbuşê diyar kir ku ew piştî rêwîtiyeke zor û zehmet hatin Tirkiyeyê, lê piştî ku wê mêrê xwe dît, hemû tişt jibîr kir û ji bo wê jiyaneke nû dest pê kir.
Tarbuşê got ku ew dixwaze karekî bibîne û piştgiriyê bide mêrê xwe.