Fatih Gazioğlu
14 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 15 Tîrmeh 2018
HAMA / ÎDLİB
Li Hemaya bajêrê Sûriyeyê di êrîşên yekîneyên topavêjên rejîma Esed de 3 zarokên ku li zeviyekî bûn hatin kuştin, 2yê wan jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku ji nûçegihanên AAyê yên ku li Hemayê dixebitin hatin hildan, yekîneyên topavêjên rejîma Esed serê sibê êrîş bir ser herêma Kefer Zita, bajerokê Latamneyê û gundê Lahayayê.
Li gor daxuyaniya ku li ser hesabên medyaya civakî ya Parastina Sivîl hat parvekirin da wiha hat ragihandin: "Di êrîşên ku rejima Esed serê sibê birin ser gundê Lahayayê da 3 zorokên ku li zeviyan dixebîtin hatin kuştin û 2yê wan jî birîndar bûn."
Herêmên ku rejîmê êrîş birine ser deverên di "herêma kêmkirina rageşiyê" de cih digirin.
Bi vê êrîşê di hefteyekê de jimara kesên ku di encama êrîşên rejîma Esed de hatin kuştin derket 13an, ya birîndaran jî bû 41.
Îdliba li bakurê Sûriyeyê ya ku di destê mixalifên çekdar de ye di civîna Astanayê ya 4-5ê gulana 2017an da wekî "herêma kêmkirina rageşiyê" hatibû îlankirin.