ANKARA
Dibistana Herba Bejayê ya Herbiyeyê ji bilî efserên ji Tirkiyeyê efserên muwazaf ên ji welatên parzemîna Asya û Ewropayê jî diezimîne.
Ji Dibistana Herba Bejayê ya Herbiyeyê ku Atatirk jî di nav de gelek serokên sererkaniyê û fermandarên hêzan derketin, xwendekarên biyanî jî perwerde dike. Di çarçoveya peymanên dualî ji 19 welatên dost ên wek KKTC, Bosna Hersek, Azerbaycan, Tirkmenistan, Efxanistan, Gurcistan, Moldova, Gambiya, Makedonya, Erebistana Siûdî, Urdun, Libya, Somalî û Koreya Başûr 285 xwendekar li Herbiyeyê dixwînin.
Eboû Toûrayê ji Gambiyayê diyar kir ku par li Herbiyeyê dest bi perwerdehiyê kir û wiha pê de çû: "Fermandar û hevalên min gelekî baş in, bi min re eleqedar dibin. Ez diçim qursa tirkî û ziman hîn dibim. Perwerdehiya li vê derê gelekî baş e."
Xwendekara qîz Lîrîdona Baftîjarî ya ji Kosovayê jî ragihand ku par hat Tirkiyeyê û dostaniya di navbera Kosova û Tirkiyeyê de bi bîr xist û got ku hînbûna çanda Tirkiyeyê di pêşerojê de wê gelekî bi kêrî min bê.
Serheng Abdurrahman Dînçbaş der heqê hejmar û perwerdekirina efserên xwendekar de agahî da nûçegihanê AAyê û ragihand ku ji 285 xwendekarên mêvan 50yên wan hê jî diçin qûrsa zimanê tirkî û perwerdehiya amadehiyê ji bo xwendekaran salekê dewam dike.