DIYARBAKIR
Îçkaleya navend û navenda rêveberiya Diyarbekirê ya kevn piştî xebatên restorasyonê ji tûrîzma çand û baweriyê ra hat vekirin.
Îçkaleya dîrokî ya ku 4 derî û 20 birc lê hene û li ser 72 hezar qeremetre erdî ye, di çarçoveya Bernameya Piştgiriya Navendên Cazîbeyê ya Wezareta Pêşketinê da hat restorekirin. Ji sala 2005an vir da 24 milyon lîre hat xerckirin û hindik ma ku xebat temam bibin.
Li Îçkaleyê salona pêşengeha tematîk a avahiya cendirmeyan, girtîgeh, laboratuwar û depoya berhemên muzeyê, galeriya hunerê ya dêra Saînt Georgê û avahiya qolorduyê ya berê jî ew ê wek kafeteryaya muzeyê xizmetê bikin.
Salona pêşengeha muzeyê ya Avahiya Ayê ya edliyeyê, muzeya bajêr a li qatê binî ya avahiya Byê ya edliyeyê, "navenda rêveberiyê" ya li qatê ser, Muzeya Ataturkê Fermandar û Navenda Perwerdeya Muzeyê, cebilxaneya berê yê wek navenda agahî, belge û dokumantasyonê xizmetê bikin.
Li Îçkaleyê ji 20 bircan 4 heb hatin restorekirin, restorekirina 15 birc û 4 deriyan hê dewam dike.
36 hezar berhemên dîrokî yên ku ji kolanên li Diyarbekirê hatin derxistin ew ê li Kompleksa Muzeya Îçkaleyê ya ku girtîgehê zivirandibûn bên nîşandan.
Vê mehê ew ê merasima vekirina herêmê bê lidarxistin. Li bendê ne ku kompleks ji bo tûrîzma çand û baweriyê ya herêmê zehf baş be.
Walî Huseyin Aksoy daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku Îçkaleya dîrokî berê navenda rêveberiya Diyarbekirê bû.
Aksoy destnîşan kir ku berê li Îçkaleyê walîtî, qolordu, avahiya edliyeyê û gelek saziyên dewletê hebûn, di restorasyona ku di sala 2005an dest pê kir û hê dewam dike da gelek cî hatin avakirin.
Aksoy got ku li herêmê 7 avahî û dêrek heye û di restorasyonê da her avahiyek wek cihekî din hat amadekirin.
Aksoy got, "Avahiyeke me salona pêşengehê ya tematîk û navenda mêvandariyê ya walîtiyê, avahiyeke me muzeya arkeolojiyê, avahiyên din jî kafeterya û avahiyên pêşengeha arkeolojik in." û wiha pê da çû:
"Em bi temamkirina restorasyona Îçkaleyê va gelekî kêfxweş bûn. Ji bo restorasyona herêmê Wezareta Çand û Tûrîzmê heta niha 24 milyon lîre xerc kir. Bi vî aliyê xwe va herêma me cihekî girîng e. Ji ber ku me ev dera ji tûrîzmê ra vekir gelekî kêfxweş bûn."