ERBİL
Wezîrê Ceyranê yê Herêma Kurdistana Iraqa Federal Yasîn Ebûbekir ragihand ku li Herêma Kurdistana Iraqê ji bo ceyranê bistînin, bi şirketeke Tirkiyeyê re li hev kirine.
Li gor daxuyaniya ku Yasîn Ebûbekîr da nûçevanê AAyê Wezareta Ceyranê ya Iraqê peymana ceyranê ya ku bi Tirkiyeyê re kiribû nû nekir. Li ser vê jî Yasîn got: "Em li herêma Kurdan ji bo ku hewcedariya ceyranê ji holê rakin bi şirketên Tirkiyeyê re dipeyivin. Me niha bi şirketekê re peymaneke ji bo 150 megavaytê îmze kir."
Ebûbekir da zanîn ceyrana ku dê ji Tirkiyeyê bê ji santrala ceyranê ya Zaxoyê dê li herêmê bê belavkirin. Ebûbekîr wiha dewam kir: "Em ê li herêmê, hejmara saziyên ku ceyranê belav dikin, zêde bikin. Em ê bi vê sayê bikaribin ceyranê him li herêma kurdan û him jî li Mûsûlê belav bikin. Ji bo pirsgirêka ceyrana Mûsûlê me bi waliyê Mûsûlê û bi rêveberên Tirkiyeyê re jî civîn pêk anîn. Hewl û xebatên me yên di vê qadê de dewam dikin.