Hat ragihandin ku li Silêymaniya bajarê Herêma Kurdistana Iraqê ya ku di nav qeyrana aboriyê de ye ji sedî 80yê dezgeh û faqrîqeyan hatin girtin.
Serokê Odeya Bazirganiyê ya Silêymaniyê Sîrwan Mihemed daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û wiha got "Ji ber ku hikûmeta navend a Iraqê budçeya Herêma Kurdistanê birî û ji ber êrîşên DÎŞIya rêxistina terorê li Herêma Kurdistanê qeyrana aboriyê rû da û niha encamên qeyranê bi awayekî giran tên hîskirin. Ji sedî 80yê 2 hezar û 500 fabrîqe û dezgehan mecbûr man ku bên girtin."
Mihemed got ku hikûmet nikare tezmînatê bide karsazên ku fabrîqeyên wan hatin girtin û wiha axivî: "Hikûmet ji ber qeyrana aboriyê nikare mehaneyên karmendan jî bide. Fîrmayên ku bi îhaleyan ji hikûmetê kar sitandin jî nekarîn pereyên xwe bistînin."
Midûrê fabrîqeyeke ku li bajarê Silêymaniyê melzemeyên plastîk çêdike, Ekrem Ehemd jî got ji ber ku teleb kêm bû hilberîn jî kêm bû û me destûra bêpere da ji nîvî zêdetirî karkêran. Ehmed qal kir ji ber ku rê êdî ewledar nînin, nikarin ji herêmên din ên Iraqê re malê bişînin.
Ji ber ku Birêvebiriya Herêma Kurdistana Iraqê ji ser xeta boriyê ya ku bi xwe ava kiribû, di 1ê kanûna paşîn a 2014an pê ve ji ser Tirkiyeyê re ji bo bazara cîhanê dest bi îxraçkirina neftê kiribû û pişt re di 22yê gulanê de nefta ewil firotibû, Bexdayê para Hewlêrê ya ji budçeyê birîbû. Para Herêma Kurdistanê ya ji budçeyê rastî milyar dolarekî tê û piştî birîna budçeyê li herêmê qeyrana aboriyê rû dabû. Herêma Kurdistanê piştî qeyrana aboriyê mehaneyên karmend, polês û pêşmergeyan an dereng dabû an jî kêm.
Li herêma Kurdistanê bi qasî milyon û nîvekî mirov ji dewletê mehane distîne û Herêma Kurdistanê ji bo ku ji qeyrana ku piştî êrîşên DÎŞIyê girantir bû xilas bibe di 2yê kanûna pêşîn de bi Bexdayê re di mijara neftê de li hev kiribû. Lê belê Bexda digel ku di peymanê de hatiye diyarkirin jî dîsa hêj wek para ji budçeyê tu tişt neda Herêma Kurdistanê. Ev jî dibe sedem ku qeyrana li herêmê girantir be û berdewam bike.