SILÊMANIYE
Serokê Yekîtiya Îxracat û Îthalatkaran a Herêma Kurdistana Iraqê Mistafa Evdirrehman got ku di sala 2013an de herî zêde Tirkiyeyê bi HKIyê re îxracat kiriye.
Mistafa Evdirrehman civîna çapemeniyê li dar xist û der barê xebatên Yekîtiya Îxracat û Îthalatkaran a Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) yên di sala 2013an de agahî da û diyar kir ku di nav salekê de 24 fûarên navneteweyî û 11 jî yên xwemalî, bi tevahî 33 fûar çêkirine. Evdirrehman destnîşan kir ku di van fûaran de 96 çalakî li dar xistine û 11 protokêlên ticarî îmze kirine.
Evdirrehman bal kişand ku li Hewlêrê 226, li Silêmaniyeyê 66, li Dihokê 73 û bi tevahî 365 fabrîqe ava kirine û wiha got: "Ev tê wê meneyê ku em rojê fabrîqeyekê ava dikin."