Günay Nuh
03 Cotmeh 2026•Rojanekirin: 03 Cotmeh 2026
Li Erdexanê li serê Çiyayê Kisirê îsal berfa ewil barî.
Li bajêr piştî barana ku êvarê barî li deverên bilind berfê lê kir.
Serê Çiyayê Kisirê ku li ser rêya Çildir û Erdexanê ye û 3 hezar û 197 metre bilind e, ji berfê sipî.
Li serê çiyayê ku ji Çildirê jî tê dîtin mij çêbû.