WASHINGTON
Berdevkê Wezareta Karên Derveyê Amerîkayê Jen Psakî diyar kir ku ji bo derfirotina nefta Iraqê heta ku destûra Hikûmeta Federal tunebe ew piştgiriyê nadin îxracata neftê.
Psakî civîna çapemeniyê ya rojane li dar xist. Rojnamevanekî der barê serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqa Federal (HKIF) Nêçîrvan Barzanî ya Tirkiyeyê ji Psakî pirs kir û wiha got: "Barzanî diyar kir ku ew ê li ser xeta neftê beriya sala nû neftê bişînin Tirkiyeyê."
Psakî li ser vê bibîrxistinê destnîşan kir ku xwediyê fikra xwe ya berê ne û wiha got: "Heta ku Hikûmeta Federal a Iraqê ji bo firotina neftê destûrê nede, em piştgiriyê nadin îxracata nefta ku ji herêmên Iraqê tê kirin. Em dixwazin ku HKIF û Hikûmeta Iraqê li ser çareseriyeke li gor destûra bingehîn li hev bikin."