XAZZE
Hat ragihandin ku nêwiya Serokwezîrê Hikûmeta Filistinê ya Xazzeyê Îsmaîl Heniyeyî Amala çû ber rehma Xwedê.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên nêzikî malbatê hat girtin, Amala keça yek salî ya lawê Heniyeyî yê bi navê Abdusselam, ji ber nexweşîneke mehandinê hefteya borî biribûn nexweşxaneyê. Amalê îro piştî nîvroyê, li Xazzeyê çû ber rehma Xwedê.
Ji ber ku rêvebiriya derbeyê ya Misirê Deriyê Sînor ê Refahê girt û têkiliya Xazze û dinyayê qetiyaye. Ji ber ku li Xazzeyê nexweşxaneyeke têkûz tuneye Amalê sewqê nexweşxaneyeke Îsraîlê hat kirin lê li vir jî encameke baş bidest nexistin.