15 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 16 Cotmeh 2016
RÎZE
Serokomar Recep Tayyip Erdogan li Navenda Kongre û Çandê ya Zanîngeha Recep Tayyip Erdogan (RTEU) beşdarî Rêwresma Destpêka Sala Nû ya Xwendinê ya 2016-2017an bû.
Erdogan destnîşan kir di serdema serokomarî û serokwezîrtiya xwe da di warê binesazî û seresaziyê da li Tirkiyeyê hemî tişt guherandine û di dîroka komara Tirkiyeyê da tiştî nedîtî kirine û got, "Lê mesele tenê ev nîn e. Me dît ku di 15ê temûzê da hewla derbeyê dan. Çima? ji ber ku me nekariye, em mêjiyan biguherin."
Serokomar destnîşan kir ku di warê pîşesaziya berevaniyê da Tirkiye gelekî pêşketiye gihaye wê raddeyê ku helîkoptêran berhem bîne û got, "Em gihane wê raddeyê ku em helîkoptêrên xwe berhem bînin lê ew helîkoptêr û balafir bombe bi ser me da barandin û mirin ji me ra anîn. Pêdiviya me bi şoreşeke çandî heye."
"Li başûrê Kobanê qadên firînê têne çêkirin"
Erdogan got, "Hizra Milletbûnê gelekî giring e, divê em bi xwe bahwer bin. Emê nehêlin ku 4-5 PKKyiyên beredayî Tirkiyeyê parçe bikin. Emê nehêlin ku 4-5 DEAŞî jî Tirkiyeyê parçe bikin. Ti eleqeya wan bi îslamê nîn e. Evna misûlman nîn in. Ew navê dînê me yê pak dilewitînin. Ji aliyekî din va paşmahîka PKKê, PYD, YPG.. ew paşmahîk in. Hinek jî li wan xwedî derdikevin, çek didin wan. Li başûrê Kobanê qadên firînê têne çêkirin. Divê dema ku biryarek wiha dan bi me bişêwirin, bi me ra gavan biavêjin, ne bi rêxistineke terorê ya wekî PYDê. Ew paşmahîka PKKê ye, divê vê qebûl bikin. Di hevpeymanê Tirkiyeyê yê NATOyî lê di vê meselê da ne bi Tirkiyeyê ra lê bi rêxistina terorê ra tevdigerin. Çiye qaşo bi DEAŞê ra dicenge. Tiştên beredayî."
"Nêta me nîne em ji Başîqayê derkevin"
Serokomar Erdogan anî ziman ku li Mûsilê ereb, turkmen û kurd dijîn û wiha lê zêde kir, "Lê DEAŞê xwe berdaye wê derê. Nuha li dijî DAEŞê li wêderê têkoşîn heye. Tirkiye jî li wêderê ye. Lê mixabin hêzên hevpeymaniyê dibêjin, 'divê ku Tirkiye destûrê ji hikûmeta navendî ya Iraqê bistîne'. Ez dibêjim gelî hêzên hevpeymaniyê bila dilê we nemîne lê, dema ku me baregeha Başîqayê ava kir, ew hikûmeta navendî hate ba min û got, 'avakirina baregeha we li Başîqayê gelekî musbet e'. Digel serokwezîrê me yê hingê Cenabê Davutoglu ra axivîn û pey ra me baregeha Başîqayê ava kir. Nuha em li Başîqayê ne. Çi dibêjin, 'divê Tirkiye ji Başîqayê derkeve'. Li qusûrê menerin, nêta me nîne em ji Başîqayê derkevin. Heta pirsa Mûsilê çareser bibe emê li wêderê bin. Biheman şiklî Tilafer jî. Nêzîka 400 hezarî nifûsa wê heye. Hemî jî turkmen in nêvî şîî, nêvî jî sunnî ne. Heta sulh û sukût li wêderê venegere, em ji wêderê venakişin. Em dixwazin hemî tiştî bi rêya diyalogê bikin."