15 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 16 Cotmeh 2016
LOZAN
Civîna Sûriyeyê ya li Lozana bajarê Swîsreyê ya ku welatên weke Tirkiye, Rûsya û DYA beşdar bûbûn, bêyî ku ti biryareke berceste bê sitandin qediya.
Civîn di asta wezîrên karên derva li Otêla Beau-Rivage Palace rêveçû û welatên weke Erebistana Siûdî, Îran, Qeter, Urdin, Misr, Iraq û Tirikye jî beşdar bûn. Herwiha Nûnerê Taybetê NYê yê Sûriyeyê Staffan de Mistura jî di civînê da amade bû.
Civîna ku Wezîrê Karê Derva Mevlut Çavuşoglu li ser navê Tirkiyeyê beşdar bû 5 seatan ajot û mijarên weke rêbazên dabînkirina agirbestê û gihandina alîkariyên mirovî ji bo Helebê hatin gotûbêjkirin. Tirkiyeyê di civînê da pêşniyar kir ku bi mebesta gihandina alîkariyên mirovî ji bo Helebê karwaneke navneteweyî bê dirêjkirin, lê welatên beşdar li ser vê pêşniyarê negihan biryareke hevgirtî.