Nihat Kavşut
14 Mijdar 2017•Rojanekirin: 14 Mijdar 2017
WASHINGTON
Jîm Mattîsê Wezîrê Parastinê yê DYAyê destnîşan kir ku heta pêvajoya Cenevreyê negihêje encamê wê DYA li Sûriyeyê bimîne.
Mattîs li ofîsa çapemeniyê ya Wezareta Parastinê ya DYAyê (Pentagon) bi rojnamevanan ra hat bal hev.
Jîm Mattîs li ser pirsa "Piştî ku Reqaya ku DEAŞê wekî 'paytextê xîlafetê' îlan kiribû ji destê wê derket, rêxistina terorê li Sûriyeyê qels bû, DYAyê di vê pêvajoyê da hebûna xwe ya leşkerî ya li Sûriyeyê berdewam bike yan na?" diyar kir ku pêvajoyê bi Cenevreyê ra bibe yek û li gor hevdîtinan wê nexşerêyeke nû bê eşkerekirin û wiha dewam kir: "Em ber bi pêvajoya Cenevreyê ya di kordînasyona Neteweyên Yekbûyî da tê meşandin va diçin. Armanca me niha ew e ku heta xîlafeta DEAŞê ji holê rabe em ê operasyonên xwe berdewam bikin. Loma jî heta ku pêvajoya Cenevreyê negihêje encamê wê DYA li Sûriyeyê bimîne."