Ahmet Aydın
13 Mijdar 2017•Rojanekirin: 14 Mijdar 2017
BRUKSEL
Yekîtiya Ewropayê (YE) Hêza Çekdar a Şoreşgerên Kolombiyayê (FARC) ji lîsta rêxistinên terorê derxist.
Berdevka Çapemeniyê ya Konseya YEyê Virginie Battu di daxuyaniya xwe ya ji bo nûçegihanê AAyê de ragihand ku bi îmzakirina peymana aşitiyê li Kolombiyayê, FARCa ku dest ji çalakiyên xwe yên tundî kişandibû, ji lîsta rêxistinên terorê derxist.
FARC ji 2002an ve dilîsta terorê ya YEyê de bû. YEyê îlona 2016an bi şêweyekî demkî FARC ji lîsta terorê derxistibû.