Zafer Fatih Beyaz,Barış Seçkin
31 Cotmeh 2021•Rojanekirin: 31 Cotmeh 2021
Hevdîtina Serokomar Erdogan û Serokê Amerîkayê Biden kuta bû
Li Romayê di çarçoveya Civîna Pêşengên G20î da hevdîtina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Amerîkayê Joe Biden kuta bû.
Hevdîtina ku Serokomar Erdogan û Serokê Amerîkayê Biden li Navenda Kongreyê ya Nuvolayê çêbû nêzî saetek û 10 deqîqeyan dewam kir.
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu jî beşdarî hevdîtinê bû.