Zafer Fatih Beyaz,Barış Seçkin
31 Cotmeh 2021•Rojanekirin: 31 Cotmeh 2021
Li Romayê di çarçoveya Civîna Pêşengên G20î da hevdîtina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Amerîkayê Biden dest pê kir.
Civîn li Navenda Kongreyê ya Nuvolayê tê kirin û Serokomar Erdogan di çarçoveya civînê da hevdîtinên xwe yên dualî didomîne.
Di vê çarçoveyê da hevdîtina Serokomar Erdogan û Serokê Amerîkayê Biden li gor saeta Tirkiyeyê di 12.15an da dest pê kir.
Beriya hevdîtinê dema ku wêne hatin kişandin, rojnamegerekî Amerîkayî pirsa "Hûn plan dikin ku F-16an bidin Tirkiyeyê?" pirsî û Serokê Amerîkayê Biden got "Em plan dikin ku hevdîtineke baş bikin."
Hevdîtin bêyî çapemeniyê tê kirin û Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu jî beşdar dibe.