24 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 24 Rêbendan 2017
ASTANA
Hevdîtinên li ser Sûriyeyê yên di pêşengiya Tirkiye û Rûsyayê da li Astanaya paytextê Kazakistanê tên kirin, di roja duyemîn da dewam dikin.
Civînên roja duyemîn bi beşdarbûna lijneyên mixalefeta leşkerî ya Sûriyeyê, rejima Esed, Tirkiye, Rûsya, Îran û DYAyê di saet 07.30yan da dest pê kir.
Civîn li Rixos Otêlê tê kirin û di beşa ewil da beşdarvanan li ser heman maseyê pêşkêşiyên xwe kiribûn, peyra jî di navbera mixalif û rejimê da hevdîtinên nerasterast dewam kiribûn.
Mijara sereke ya hevdîtinan di pêşengiya Tirkiye û Rûsyayê xurtkirina agirbestê û pêşîlibergirtina binpêkirinê ye.
Duh jî di demên civîn dest pê kir de hêzên rêjimê ji hewa û bejayê êrîşî Şam, Dera, Hama, Halep û Lazqiyeya ku di bin kontrola mixalifan de ye kir.
Mixalifan di hevdîtinên duh hat kirin de daxwazên xwe pêşkêşî heyetên Tirkiye, Rûsya û Neteweyên Yekbûyî kir.
Daxwazên mixalifan; Alîkariya însanî bişînin cihên di bin ablukayê de ye, Artêşa Esed û komên biyanî yên girêdayî rêjimê bila agirbestê binpê nekin, leşkerên Îranê û milîsên ku Tehran piştgiriyê didê bila welêt biterikînin û 13 hezar mehkûmên jin yên siyasî bila serbest bên berdan.
Her wiha mixalif daxwazin, ne tenê rêjim komên biyanî jî bila têkevin bin garantoriya Rûsyayê, erdnîgariya ku agirbest lê tê sepandin bila bê diyarkirin, tevgerên ku weke îxlal tê qebûlkirin bila bê zelalkirin, dê çawa bersivê bidin îxlalê, li ser êrîşên hewayê dê cizayên çawa bê dayîn bila bê diyarkirin.
Mixalifan pêşniyaza, bila mekanîzmeyeke ku binpekirina agirbestan bişopîne bê avakirin, ev mekanîzma bila 3 mehan binpekirina agirbesatan bişopîne û bila weke raporeke amade bike. Li gorî encama raporê jî bila biryara agirbest dewam bike an na bê dayîn, pêkêşî aliyan kir.
Di vê navberê da eşkere bû ku di hevdîtinan da Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî yê Mijara Sûriyeyê Steffan De Mistura bal kişand ji ber ku bandora Îranê li ser Hizbullaha koma biyanî ya alîgirê rejimê heye, pêwîst e ku Tehran jî daxîlê agirbestê be.
Heyeta Rûsya û ya NYyê daxwazên muxalifan digehînin rejimê, talebên rejimê jî digehînin muxalifan.
- Peyama rejimê
Nûnerê Rejimê yê li Neteweyên Yekbûyî Beşar el-Caferî duhê di rûniştina ku pêşkêşiyên pêşiyê hatin kirin da bi hin îfadeyên xwe va helwesta rêveberiya Esed a li hemberî agirbestê nîşan dabû.
Caferî diyar kiribû ku pevçûn divê bo demekê bên rawestandin û di vê maweyê da komên ku agirbest îmze kirin, bira ji rêxistinên terorê bên cudakirin.
Ji hêla din, ji ber ku pênaseya rejimê ya rêxistina terorê fireh e, muxalif dixwazin ku ji bo sepandina agirbestê mekanîzmayeke zelal û asan bê sazkirin.
Muxalifên ku beşdarî hevdîtinan dibin balê dikşînin û dibêjin ku hêzên rejimê dibe ku hin komên bi awayekî pasîf guh didin agirbestê lê nehatine Astanayê wek hincet nîşan bidin û êrîşêm gelemperî bikin.
- Girîngiya civînê
Di şerê navxweyî ya Sûriyeyê ya ku 6 sal e dewam dike de ji ber ku muxalefeta leşkerî, Îran û Rûsya yekem car e di civîneke navneteweyî de tên bal hev, civîna Astanayê girîng e.
Beriya vê muxalifên siyasî beşdarî civînê dibûn, lê muxalefeta leşkerî ya Sûriyeyê jî beşdarî civînê dibe û ev jî balê dikşîne.
Rayedarên tirk her hefte muxalefeta leşkerî re civîn kiribûn û ji bo ku tevgereke yekrengî bê nîşandan li hev kiribûn.
Ji hêla din hin komên leşkerî yên nehatine Astanayê jî guh dan agir bestê. Lê komên muxalif li hember êrîşên artêşa Esed û komên terorîst ên biyanî ji bo ku xwe biparêzin bersivê didin êrîşên wan.
Tirkiyeyê beriya civîna Astanayê komên leşkerî û rayedarên ûris anîn bal hev ku rû bi rû guftûgoyan bikin. Di van hevdîtinan da ji bo ku pevçûnên li Sûriyeyê bisekinin di navbera aliyan da diyalog çêbû.
Ji Tirkiyeyê Alîkarê Misteşar yê Wezareta Karên Derva Sedat Onal, ji Îranê Alîkarê Wezîrê Karên Derva Huseyîn Cabîrî Ensarî beşdarî civînê bû. Balyozê Astanayê yê Amerîkayê George Krol jî serokatiya heyeta Amerîkayê dike. Li ser navê Rûsyayê jî Nûnerê Taybet yê Sûriyeyê yê Vladimir Putîn Alexander Lavrentiev û Alîkarê Wezîrê Karên Derva Mixaîl Bogdanov di civînê da cih digre. Li ser navê rejima Esed jî nûnerê NYê Beşar el-Caferî beşdar e. Sekreterê Giştî yê NYê yê Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê Staffan de Mistura jî beşdarî civînê bû.
Wezareta Karên Derva daxyandibû ku mizakere wê bi saeta Tirkiyeyê va ber bi êvarê kuta bibe. Lê beşdarvanên civînê bixwazin wê mizakereyan dirêj bikin.