27 Nîsan 2016•Rojanekirin: 27 Nîsan 2016
CENEVRE
Hat gotin, ji bo hevdîtinên Sûriyê yên ku li Cenevreyê tên kirin tûreke din dibe ku di 14ê gulanê da dest pê bike.
Çavkaniyên ku haya wan ji hevdîtinan hene, gotin ku ji bo tûreke din dîroka hedefkirî 14 an jî 15ê gulanê ye.
Alîkarê Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Mîhaîl Bogdanov gotibû li Cenevrê hevdîtinên li ser Sûriyê wê di 10ê gulanê da dest pê bike, lê Nûnerê Taybet ê Sûriyê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Staffan de Mîstura der barê mijarê da tiştek negot.
Hevdîtinên ku bi pêşengtiya NYê di 13ê nîsanê da dest pê kir, îro kuta dibe.
Nûnerê Taybet ê Sûriyê yê NYê de Mîstura jî piştî ku ev tûr kuta bibe wê Konseya Ewlehiyê ya NYê agahdar bike.
Ji aliyekî din va jî Nûnerê Daîmî yê NYê yê Sûriyê Balyoz Beşar el-Caferî û heyeta wî wê îro ji Cenevrê herin.