27 Nîsan 2016•Rojanekirin: 27 Nîsan 2016
BERLÎN
Li Almanyayê der barê 5 rojnamevanî da ji ber sûcê ku razê dewletê yê firotina çekan a di navbera şirketeke çekan a Almanayê û Meksîkayê da eşkere kirine, lêpirsînê dan destpêkirin.
Berdevkê Dozgeriya Stuttgartê Jan Holzner destnîşan kir ji ber ku razê dewletê eşkere kirine û Zagona Çapemeniyê binpê kirine der barê rojnamevanan da lêpirsînê dane destpêkirin.
Li gor nûçeya ku di rojnameya "Tageszeitung"ê da derket, rojnamevanên ku tên tawanbarkirin belgefîlma "Keşfên Kujer: G36 çawa gihîşt Meksîkayê?" ya ku di televizyona ARDyê da hat weşandin çêkirine û kitêba bi navê "Tora Mirinê" derxistine. Li gor agahiyan belgefîlm Xelata Grîmmeyê wergirtibû.
Di nûçeyê da tê destnîşankirin ku rojnamevanan rapora lêpirsînê ya veşartî ya Daîreya Îxracatê ya Federal û Wezareta Aboriyê ya Federal ku der barê şirketa çekan a bi navê "Heckler & Koch"ê da amade kirine û tê da agahiyên der barê firotina çekan da hene, eşkere kirine.
Li gor agahiyan Danîel Harrîchê ku belgefîlm amade kiriye di parastina xwe da dibêje ku "weşandina agahiyan heqê me ye."
Jurgen Graesslînê aktîvîstê aştiyê di daxuyaniya xwe ya ku da rojnameyê da Peter Vobillerê Dozgerê Stuttgartê yê ku lêpirsînê da destpêkirin rexne kir û wiha got: "Peter Vobiller di ciyê ku der barê Daîreya Îxracatê ya Federal û Wezareta Aboriyê ya Federal lêpirsînê bide destpêkirin, li pey kesên ku dewleta hiqûqê diparêzin û yên ku dereqanûnî îxracata çekan dikin derxistine, ketiye."
Hat destnîşankirin ku di çarçoveya lêpirsîna ku dewrî Dozgeriya Munîhê hat kirin da der barê çekên G 36an da ku dibêjin firotine polêsên ser sînor ên Meksîkayê, lêkolîn dewam dike.
Li gor qanûnan şirketên çekan ên Almanyayê bêyî destûra hikûmeta federal nikarin çekan bifiroşin derveyî welêt.