Elif Orhan
21 Îlon 2016•Rojanekirin: 23 Îlon 2016
HEWLÊR
Hat ragihandin ku Mesûd Barzaniyê Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) li avahiya serokatiyê ya li Selahaddîna bajaroka Hewlêrê Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demirtaş û heyeta pê re qebûl kir.
Di daxuyaniya ku ji malpera fermî ya serokatiya HKIyê hat dayîn de hat diyarkirin ku Barzanî li avahiya serokatiyê Demirtaş û heyeta pê re qebûl kir.
Di daxuyaniyê de cî dan van gotinên Barzanî: "Gelê kurd bêyî rizaya wî hat parçekirin, ji bo ku hebûn û nasnameya xwe biparêze şer kir û xwe parast. Lê em niha di pêvajoyeke wisa de ne ku destbiketiyên xwe hildin bin temînatê û doza gelê xwe pêş bixin. Ji ber wê yekê hewcedariya me ne bi şer lê belê bi aştiyê heye. Di rabirdûyê de heke me ji welatên mezin û hêzdar gilî kiribe jî niha wext ew wext e ku em jêpirsîna xwe jî bikin."
Barzanî destnîşan kir ku şer ji bilî xirakirin û felaketê tu tiştekî din nayne û got ku "Şer heke rojek beriya rojekî bê rawestandin baş e û kêrî her kesê ye. Ji bo ku aştî bi ser bikeve divê her kes piştevanî û piştgiriyê bide hev."
Barzanî destnîşan kir ji bo ku pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê dîsa dest pê bike amade ye ku arîkariyê bike û got ku "ji bo ku alî bên bal hev û wan nêzî hev bikin gelekî hewl tê dayîn, çi ji desta tê kir û dê ji niha pê ve jî piştgirî bide teşebûsên di vî warî de."
Hevserokê Giştî yê HDPyê Demirtaş jî ji Barzanî xwest ku car din derfetên xwe seferber bike û li benda pêngavên ji bo ku pêvajoya aştiyê dest pê bike dê biavêje ne.
Demirtaş ji Barzanî xwest ji bo ku li Tirkiyeyê pêvajoyeke çareseriyê ya nû dest pê bike wek "kek" arîkarî bike û "piştgirî bide pêvajoya diyalogê ya di nav aliyan de."
Di hevdîtinê de digel Demirtaş berdevka Meclisa Jinan a HDPê Besîme Konca, Arîkarên Hevserokên Giştî Fatma Kurtulan û Nadîr Yildirim û Parlementerê Stenbolê Celal Dogan, Parlementerên Diyarbekirê Îmam Taşçier û Nîmetullah Erdogmuş, Parlementerê Mêrdînê Mîthat Sancar, Parlementerê Rihayê Osman Baydemir û Endamê Meclisa Partiyê Abdullah Alagoz jî amade bûn.
Tê payîn ku heyeta HDPyê ya di bin serokatiya Demirtaş de sibê bi Serokwezîrê HKIyê Nêçîrvan Barzanî re bê bal hev.