Elif Orhan
21 Îlon 2016•Rojanekirin: 22 Îlon 2016
NEW YORK (AA) - Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Arîkarê Serokê DYAyê Joe Bîden hevdîtin kir.
Serokomar Erdoganê ku ji bo hevdîtinên Lijneya Giştî ya NYyê li New Yorkê ye li otêla ku lê dimîne Bîden qebûl kir. Hevdîtina Erdogan û Bîden ya ku ji çapemeniyê re girtî hat kirin bi qasî saet û nîvê berdewam kir.
Ji aliyê Tirkiyeyê Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag, Wezîrê Aboriyê Nîhat Zeybekçî, Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Berat Albayrak, Misteşarê Wezareta Karên Derve Ferîdûn Sînîrlîoglu, Misteşarê MÎTê Hakan Fîdan, Balyozê Tirkiyeyê yê Washîngtonê Serdar Kiliç, Arîkarê Sekreterê Giştî yê Serokomariyê Îbrahîm Kalin, Serşêwirmendê Serokomariyê Mustafa Varank û ji Serokatiya Sererkaniyê Tuxgeneral Levent Ergun beşdarî hevdîtinê bûn.
Ji aliyê DYAyê jî digel Bîden Arîkarê Wezîrê Karên Derve Anthony Blînken, Şêwirmendê Bîden ê Ewlehiya Neteweyî Colîn Kahl, Cîgira Arîkarê Wezîrê Karên Derve Vîctorîa Nuland, Nûnerê Taybet ê Barack Obamayê Serokê DYAyê yê Koalîsyona Gerdûnî yê Têkoşîna Dijî DAEŞê re Brett McGurk, Nûnerê Taybet ê Karên Vejenê Amos Hochstein, Dîrektorê Biqidem yê ku ji Karên Ewropayê Berpirsyar eCharles Kupchan, Şêwirmenda Taybet a Karên Ewropa û Avrasyayê Anna Makanju beşdarî hevdîtinê bûn.