Abdullah Aşıran
20 Sibat 2022•Rojanekirin: 21 Sibat 2022
Hikûmeta Hollandayê biryar da ku hemû kar û barên li Balyozxaneya Hollandayê ya Ukraynayê tên meşandin ji bo demeke berwext wê şûna paytext Kîevê li bajarê Lvîvê dewam bikin.
Li ser hesabê Wezareta Karên Derva ya Hollandayê der barê barkirina balyozxaneyê da daxuyanî hat dayîn.
Hat gotin ji ber ewlehiyê ji îro pê va ji bo demeke berwext hemû kar û barên Balyozxaneya li Kîevê tên meşandin wê li bajarê Lvîvê dewam bikin.
Li Ukraynayê ji bo welatiyên Hollandayê yên hewcedariyeke wan ya acîl ji konsolostiyê heye li Lvîvê cihek heye.
Wezîrê Karên Derva yê Hollandayê Wopke Hoekstra hefta çûyî bangî welatiyên xwe kiribû ku ew bilez terka Ukraynayê bikin.
Wezareta Parastinê jî di 18yê Sibatê da daxuyandibû ku ew ê alîkariya çek, radar û melzemeyên eskerî bidin Ukraynayê.