Zuhal Demirci
20 Sibat 2022•Rojanekirin: 21 Sibat 2022
Hat ragihandin ku testa Kovîd-19ê ya Qralîçeya Îngiltereyê Elizabetha 2yem pozîtîf derket.
Li gor daxuyaniya ku ji Qesra Buckinghamê hat dayîn, Qralîçe Elizabeth bi Kovîd-19ê ket û semptomên wê yên sermagirtinê hene.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku Qralîçe plan dike ku vê hefteyê li Windsorê wezîfeyên xwe yên sivik bidomîne û wiha hat gotin, "(Qralîçe) wê alîkariya tibî hilde û hemû telîmatên guncaw bişopîne."
Prensê Welîehd ê Îngiltereyê Charles di 10ê sibatê da cara duyem bi Kovîd-19ê ket û paşê testa jina wî Camillaya Duşeya Cornwallê jî pozîtîf derketibû.