21 Adar 2017•Rojanekirin: 22 Adar 2017
LAHEY
Alîgirên PKKyê bi destûra Hollandayê li bajarê Laheyê bi posterên serokê rêxistina terorî Abdullah Ocalan û bi sembolên rêxistinê çalakî li dar xistin. 200 kes di çalakiya ku bi hinceta newrozê hat lidarxistin kom bûn û ji bo referandûmê gotin "Na".

Kom bi posterên serokê rêxistina terorê PKKê Abdullah Ocalan û sembolên rêxistinê meşiyan û li dijî Tirkiyeyê slogan avêtin.
Li Belçîkayê ji alîgirên PKKyê banga "Na"

Alîgirên PKKyê li Brukselê li nêzî saziyên NYê bi hinceta newrozê çalakî li dar xistin û ji bo referandûmê jî banga "Na"yê kirin.
PKK di lîsteya rêxistinên terorê ya Yekîtiya Ewropayê (YE) de cih digre, loma destûra Hollandayê weke cotstandardî tê nirxandin.