Muhammet Kurşun
12 Adar 2017•Rojanekirin: 13 Adar 2017
ROTTERDAM
Polêsê Hollandayê, bi kûçikan mudaxeleya welatiyên Tirkiyê yên ji bo piştgiriya Wezîra Malbat û Polîtîkayên Civakî Fatma Betul Sayan Kayayê civiyabûn kir.
Polêsê Hollandayê piştî dûrxistina Wezîr Kayayê ji herêmê, bi hezaran welatiyên Tirkiyê ku li ber serkonsolosxaneyê civiyabûn belav kirin.
Polêsan bi wasiteyên ewlehiyê ava şidî bi ser xwepêşandêran reşandin û gelek kûçik bi kar anîn.
Hin xwepêşandêr rastî êrişa kûçikên polêsan hatin, di kêliya aloziyê de hin xwepêşandêr bi derbeyê xwe winda kirin û ketin erdê.
Di midaxeleya ku polêsên bi hesp jî tê de beşdar bûn rojnamevan jî rastî şiddeta fizîkî hatin.
Piştî midaxeleya tund welatî ji herêmê dûr ketin.