12 Nîsan 2017•Rojanekirin: 12 Nîsan 2017
PARÎS
Serokomarê Fransayê François Hollande destnîşan kir bifikar e di hilbijartina serokomariyê ya 23yê nîsanê da Marîne Le Pena rastgir û Jean-Luc Melenchonê çepgir bimînin tûra duyemîn û wiha got : "Ji kampanyayên hilbijartinê bêhneke xweş nayê."
Li gor nûçeyên di çapemeniya Fransayê da derketin Hollande bifikar e di hilbijartina serokomariyê da Le Pena namzeda Eniya Neteweyî (FN) û Melenchonê pêşengê Tevgera La France Insoumiseyê (Fransaya Serî Danayne) bimînin tûra duyemîn.
Li gor nûçeyan Hollandeê cardin nebû namzed diyar dike kampanyaya hilbijartinê ji xeynî projeyan li ser gendeliyê tê meşandin û ev jî tesîreke neyînî li welatiyan dike û wiha got: "Ji kampanyayên hilbijartinê bêhneke xweş nayê."
Hollande destnîşan kir gelek asayî ye Emmanuel Macronê Wezîrê Aboriyê yê berê û namzedê serbixwe yê serokomariyê partiyeke nû ava bike û got pêwîstiya siyasetê bi nûbûnê heye.
Li gor nûçeyan li bendê ne Hollande eşkere bike wê di tûra yekemîn û duyemîn da piştgiriyê bide kê û tê gotin beriya tûra yekemîn ji bo ray bidin Macron wê Hollande bang neke.
Li Fransayê tûra yekemîn a hilbijartina serokomariyê wê di 23yê nîsanê da bê kirin. Di tûra yekemîn da heger tu namzedek ji sedî 50 ray nestîne, wê tûra duyemîn di 7ê gulanê da bê kirin. Di tûra duyemîn da kîjan namzed zêde ray bistîne wê wek serokomar bê hilbijartin.