12 Nîsan 2017•Rojanekirin: 12 Nîsan 2017
MOSKOVA
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov got ku di hevdîtina bi Wezîrê Karên Derve yê Emrîkayê Rex Tillerson da, hewl didin ku di mijarên têkiliyên dualî yê Washington û mijarên kurewî da niyetên wan yê rast fêm bikin.
Lavrov û Tillerson li avahiya mêvandariyê ya Wezareta Karên Derve ya li Moskovaya Rûsyayê dest bi hevdîtînê kirin.
Lavrov di bêşa hevdîtîna ku ji çapemeniyê re vekirî hat kirin de got ku hevdîtîna bi Tillerson, di serî de ji bo cepheyeke tekoşîna dijî terorê bê avakirin û di gelek qadan da hevkariyê, firsendeke mezin e.
Lavrov got tevgera ku Emrîkayê balafirgeha rejima Esed bombebaran kir, dijî hiqûqê ye û wiha dewam kir: "Me ev mijar li ser telefonê xeber da. Ji Rûsyayê daxuyaniyên payebilind jî hatin kirin. Em giringiyê didin ku çalakiyên wiha dubare nebin."
Lavrov ragihand ku di çarçoveya rêza menfîetên ligel hev, ji bo dîyalogê amade ne. Lavrov got: " Em ji bo hevkariya kolektîf amade ne. Di vê xalê de em tevger û nîyeta we ya rast fêm bikin, giring e."
" Ez hêvî dikim ku hevdîtineke semîmî bikin."
Tillerson jî got hêvî dikin ku di mijara têkiliya navbera Emrîkay û Rûsyayê û mijarên kurewî de hevdîtineke semîmî bikin.
Tillerson got ku hevdîtin di demeke giring de tên kirin û wiha dewam kir: "Emê mêzekirin û helwesta hevdu fêm bikin. Fikrên me yên wek hev û cuda emê binirxînin û sedemên fikrên cuda derxin holê."
Lavrov û Tillerson dê pişti hevdîtinê daxuyaniya çapemeniyê ya hevpar bidin.