İbrahim Atmaca
22 Gulan 2018•Rojanekirin: 23 Gulan 2018
BEYRUT
Hunermenda Lubnanî Feyrûza wekî dîvaya alema Ereban tê pênasekirin. Feyrûzê bi zêmara navê "Heta Kîngê Ya Reb" va piştgirî da Filistîn û Qudsa ku di bin îşxalê da ne.
Feyrûza 83 salî bi gelek albumên xwe va mohra xwe li muzîka Ereban da ye. Piştî ku Amerîkayê di 14ê gulanê da balyozxaneya xwe ji Tel Avîvê bar kir û bire Qudsê, keça wê Rîma er-Rahbaniyê seba piştgiriya Filistîniyan bi navê "Heta Kîngê Ya Reb" zêmar amade kir û Feyrûzê jî bi cil û bergên reş va li dêrê zêmar sitra.
Feyrûzê di 1967an da jî piştî têkçûna şerê Ereb û Îsraîlê seba Qudsê strana bi navê "Çîçeka Bajaran" gotibû.
Roja ku balyozxaneya Amerîkayê vebû, li ser sînorê Xezeya ku dorpêçkirî ye, him ji bo barkirina balyozxaneyê him jî Nekbeya (Felaketa Mezin) sala avabûna Îsraîlê xwepêşandan hatin lidarxistin. Eskerên Îsraîlê êrîşî xwepêşandanan kiribûn û ji 60î zêdetir Filistînî şehîd bûbûn, bi hezaran Filistînî jî birîndar bûbûn.
- "Dengê kuçeyên Ereban"
Feyrûz di 21ê mijdara 1935an da wekî zaroka bavekî Suryanî yê Mêrdînî û dêyeke Marûnî ya Lubnanî hat dinyayê. Feyrûzê di şerê Lubnanê da welatê xwe terk nekir û hunera xwe îcra kir. Ji bo ku seba Qudsê gelek stra, jê ra "Dengê kuçeyên Ereban" tê gotin. Ji 800î zêdetir stran gotine û li gelek derên dervayî Lubnanê jî konser dane.