İbrahim Atmaca
03 Nîsan 2018•Rojanekirin: 04 Nîsan 2018
ANKARA
Serokatiya Ajansa Tevkarî û Kordînasyona Tirk (TÎKA) li Lubnanê alîkariya xidaya sereke û betaniyan da 210 malbatên penaber ên Sûriyeyî.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji TÎKAyê hat dayîn, ji bo 210 malbatên Sûriyeyî yên ku li herêma Harîsa ku dikeve bakurê paytext Beyrûtê di nav şert û mercên dijwar da dijîn, nêzî 7,5 ton xida û 420 betanî hatin şandin.
Hat gotin ku xidaya ku hat belavkirin qasî 2 mehan têra malbatan dike.
Penaberên Sûriyeyî yên li Lubnanê digel pirsgirêkên girîng ên wekî bêkarî û belengaziyê nikarin xwe bigihînin xizmetên perwerde û tenduristiyê jî û tengasiyê dikşînin. Ji ber ku destûra wan a xebatê tuneye pirî caran debara xwe bi saya alîkariyan dikin.
TÎKA alîkariya xwe ya ji bo penaberên Sûriyeyê yên li Lubnanê didomîne.