Haydar Şahin
27 Mijdar 2020•Rojanekirin: 28 Mijdar 2020
Ezîz Esmerê hunermendê Îdlibî resma Dîego Armando Maradonayê ji ber kirîza dil mir li ser dîwarê mala di êrîşên rejima Esed da bibû xirabe xêz kir.
Ezîz Esmerê 36 salî yê li Binîşa gundê Îdlibê jiyana xwe didomîne li ser dîwarên di bombebaranên rejima Esed da bibûn xirabe mijarên rojareva dinyayê û Sûriyeyê xêz kir û bi vê rêyê li dinyayê hat naskirin.
Esmer herî dawîn resma Maradonayê gogbazê bi nav û deng li ser dîwarê dîwarê xirabûyî xêz kir.
Esmer daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku Maradona bi teyabetî di dema gog dilîst da ji nêz va teqîb dikir.
Esmer wiha axivî: "Kesên ji Maradona hez dikin ew ê wêneyê wî di dilê xwe da veşêrin. Wekî gelê Îdlibê me jî resmê Maradona li ser dîwarê ku rejima Esed û piştgirên wê hilweşandin xêz kir. Malên Îdlibiyên ji Maradona hez dikirin bû enqaz. Me jî xwest ku vê rayê dinyayê bidin."