HELEP
Hat ragihandin ku li Sûriyeyê di êrîşên hêzên Esed yên ku ji hewa û bejayê de dibe ser herêmên di bin kontrola mixalifan de ne 11 jê jin, 17 jê zarok bi tevahî 100 kes hatin kuştin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR) daxuyanî da û diyar kir ku hêzên Esed ji bejayê ve bi roket, topên hewanê û moşekan ve û ji hewayê ve jî bi bombeyên varîl û vaqûmê ve êrîş dibe ser cihên ku di bin kontrola mixalifan de ne.
Hat destnîşankirin ku di êrîşan de li dorbajarên paytext Şamê 11 jê jin û 17 jî jê zarok bi tevahî 100 kes li Îdlib, Hama, Dera û Lazkiyeyê hatin kuştin.
SANAya ku ajansa fermî ya rejima Sûriyeyê ye jî îdia kir ku hêzên rejîmê di operasyonên ku li Heleb, çoltera paytext Şam, Xûms û Hasekeyê lidarxistin de gelek komên çekdar ji holê rakir.