Li Sûriyeyê hêzên Esed li çiyayê Tirkmenê ya li Lazkiyeyê êrîşî gundê Cebel Et-Turkmenê (Avanli) kirin. Di êrîşê de 2 kes mirin û 15 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiya Komeleya Tirkên Sûriyeyê, hêzên rejimê bi top, tank û fuzeyan ve êrîşî gundê Avanliyê û der û dora wê kirin. Di navbera hêzên rejimê û yên tirkmenan de pevçûn derket. Di pevçûnê de 2 kes mirin û 15 kes jî birîndar bûn.
Komîteya Kordînasyona Herêmî ya Sûriyeyê jî piştrastkir ku êrîş hatiye kirin û pevçûnên giran çêbûne.