Hat ragihandin ku li peravê Ayvacika navçeya Çanakaleyê 182 qaçax hatin qefaltin.
Li gorî agahiya ku hat bidestxistin, 182 qaçaxên welatiyên Efxanistan û Sûriyeyê yên ku li botên lastîk siwar bûn û xwe berdan nava peravê Ayvacikê yê Behra Egeyê xwestin ku derbasî Girava Mîdîlliya Yewnanistanê bibin. Ekîbên Ewlehiya Qeraxan ev kes qefaltin, ji behrê derxistin û anîn bajarokê Kuçukkuyuyê.
Li dû kutabûna miemeleyên wan, qaçax teslîmê Navenda Paşveşandina Biyaniyan a li Ayvacikê kirin.
Ji hêla din Fermandariya Ewlehiya Qeraxan ji bo ku bi awayekî xurt rê li ber derketina qaçaxan bigrin, li Behra Egeyê û Tengava Edremîtê keştî û botên teqwiye peywirdar kirin.
Hat ragihandin bi teqwiyeya dawîn ve hejmara ekîbên ku li herêmê wezîfe tînin cih derketin 9an.