25 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 26 Rêbendan 2019
WASHINGTON
Hêzên koalîsyona di bin serkêşiya Amerîkayê de li bajarê Dêrazorê li mizgeftekê xist.
Der barê êrîşê da Hêza Yekbûyî ya dijî DEAŞê daxuyaniyeke nivîskî da û wiha hat gotin: "Di 24ê rêbendanê da li başûrê Hecîna Sûriyeyê koalîsyonê bi êrîşekê va li mizgefteke ku DEAŞê wek tesîsa kontrol û fermandariyê dixebitand, xist. Di vê êrîşê d gelek terorîstên ku ji mitefiqên me re tehdîd bûn hatin kuştin."
Di daxuyaniyê de navê mizgefta ku êrîş lê kirin nehat dayîn.
- Ciyên ku sivîl lê ne di bin tehdîdê da ne
Koalîsyonê hefteya borî jî li Şefafeya Dêrazorê li mizgeftekê xistibû û di êrîşan da bi dehan sivîl hatibûn kuştin.
Çavkaniyên herêmî gotibûn ku koalîsyonê di 22yê cotmehê da li navçeya Heccînê Mizgefta Zeviyeyê xist û tê da 7 sivîl hatin kuştin.
Çavkaniyan gotibû ku hêzên koalîsyonê di 21ê cotmehê da li Hecîna ku DEAŞ û YPG/PKK lê şer dikin jî êrîşa esmanî birin ser qurseke Qur'anê û di êrîşê da 6 sivîl hatin kuştin.
Balafirên koalîsyona dijî DEAŞê di 19ê cotmehê da jî ser nimêja înê êrîşî Mizgefta Osmanê Kurê Effan kiribû û di êrîşê da 16 sivîl hatibûn kuştin.
Li heman navçeyê pêr jî êrîşî Mizgefta Emmarê Kurê Yaser kiribûn û di êrîşê da 2 jê zarok 30 sivîl hatibûn kuştin.
Koalîsyon di êrîşên mizgeftan da îdia dike ku li DEAŞê dixe.