Abdullah Tel
25 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 26 Rêbendan 2019
WASHINGTON
Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku di çarçoveya pêvajoya vekişîna ji Sûriyeyê da wan bi armanca parastina hêz û ekîpmanên xwe qismek eskerên din şandin wir.
Rayedarekî ku nexwest navê xwe bibêje der barê mijarê da daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: "Ez wê agahiya Amerîka ku bi armanca di dema pêvajoya vekişînê da ji bo parastina hêz û ekîpmanên xwe esker şandiye Sûriyeyê, piştrast dikim."
Der heqê jimara eskerên hatine şandin da jî rayedar bi hinceta ewlehiya operasyonê tu agahî neda.
Rayedararekî eskerî yê din ku nexwest navê wî jî bê eşkerekirin got ku beriya vekişîna ji cihekî jimara eskerên li herêma vekişînê ji ber ewlehiyê tên zêdekirin.
Pentagon der barê mijarê da xwe ji daxuyaniya fermî dûr digire lê ji berdevkên Pentagonê Serdar Sean Robertson got: "Di Operasyona Biryardariya Siruştî da eskerên Amerîkayê ji bakurê rojhilatê Sûriyeyê dor bi dor tên vekişandin û li gor çarçoveya ku hikûmeta Amerîkayê kordîne kiriye xebat tên kirin. Di vê heyamê da jimara eskeran wê biguhere. Em ê ji ber fikarên ewlehiyên operasyonel der barê sewqiyata eskerî û wext da neaxivin."
Pentagon dibêje ku awayekî fermî 2 hezar eskerên Amerîkayê li Sûriyeyê ne lê tê gotin ku ji ber wezîfeya berwext hejmara eskerên tên jî ne diyar e.