İbrahim Atmaca
02 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 03 Cotmeh 2019
Tora Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR) ragihand ku li Sûriyeyê rejima Beşar Esed girtinên keyfî didomîne û meha borî 197 kesên din jî girtin.
SNHRyê daxuyand ku rejima Esed û komên terorîst ên ku Îran piştgiriyê dide wan, meha borî 4 jê zarok, yek jê jin bi tevahî 197 kes desteser kirin.
Li gor raporê YPG/PKKya rêxistina terorê ku ji sê para pareke welêt dagir kiriye jî 17 jê zarok, 9 jê jin bi tevahî 183 kes bê sedem desteser kirin.
Li gor çavkaniyên mixalif ên Sûriyeyî, di girtîgehên rejimê da herî kêm 500 hezar kes girtî ne.
SNHRyê di 25ê îlonê da jî daxuyandibû ku rejimê di çarçoveya paşvegerînan da 5 sivîlên ku ji Tirkiyeyê derbasî Sûriyeyê bûn, desteser kiribûn.