İbrahim Atmaca
01 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 02 Rêbendan 2020
Hêzên Hikûmeta Mitabaqata Neteweyî ya Lîbyayê (UMH) ku di qada navneteweyî da tê nasîn, 25 milîsên girêdayî General Xelîfe Hefter dîl girtin.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya navenda çapemeniyê ya Operasyona Burkan el-Xezebê ku UMH bi rê va dibe, 25 milîsên girêdayî Hefter ku dixwastin têkevin hin taxên paytext Trablûsê bi destê yekîneyên UMHyê dîl hatin girtin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku di nav hêsîran da eskerên ku bi peretî ji bo Hefter şer dikin jî hene û milîs bi sîlah û techîzatên wan va hatin bidestxistin.
- 3 sivîl hatin kuştin
Her wiha, balafirên şer ên Hefter li başûrê Trablûsê, li herêma es-Sevaniyê kargehek bombebaran kir û 3 sivîl hatin kuştin.
Xelîfe Hefterê pêşengê hêzên çekdar ên li rojhilata welêt, di 12ê berfanbarê da daxuyandibû ku wan li ser navenda Trablûsê êrîşeke nû da destpêkirin.
Hefter ji bo ku Trablusê zeft bike di 4ê nîsanê da fermana êrîşê dabû û û îdia kiribû ku wê di nav 48 saetan da paytextê zeft bike. Yekîneyên UMHyê li ser vê Operasyona Burkan el-Xezebê dabû destpêkirin.