Mesut Zeyrek
04 Gulan 2026•Rojanekirin: 04 Gulan 2026
Burkhard Jungê Şaredarê Leipzigê di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê da diyar kir, di bûyerê da 2 kes mirin û ajokarê wesayîtê hat qefaltin.
Li gorî nûçeyên çapemeniya xwemalî ku spartin şahidan, hat diyarkirin ku di bûyerê da 2 kes mirin, 8 kes birîndar bûn.
Di nûçeyan da hat balkişandin ku ji birîndaran rewşa hinekan xedar e û her wiha gelek helîkopter û ambulans bo cihê bûyerê hatin sewqkirin.