Mustafa Deveci
08 Gulan 2021•Rojanekirin: 09 Gulan 2021
Hat ragihandin ku polêsên Îsraîlê li herêmên cihê yên Qudsa Rojhilat a dagir kirî 13 Filistînî binçav kir.
Di nûçeya WAFAya ajansa fermî ya Filistînê da hat gotin ku polêsên Îsraîlê li gelek herêmên Bajarê Kevn a Mescida Eqsayê jî tê da cî digire bi ser gelek malan da girt.
Di nûçeya ku WAFAyê spart şahidên bûyerê da hat gotin ku 13 Filistînî ji alî polêsên Îsraîlê va hatine binçavkirin.
Polêsên Îsraîlê der barê mijarê da heta niha tu daxuyanî nedan.
Eleqeya van binçavkirinan bi bûyerên ku duh polêsên Îsraîlê bi ser Mescida Eqsayê girt ra heye yan na, ev yek hê nayê zanîn.